Trump soza vekirina dêran da û cejna Ramazanê pîroz kir
Serokê Amerîkayê Donald Trump di kongreya rojnemevanî de got: “Ez ji misilmanên ku eyda Ramazanê pîroz dikin re şahî û xweşhaliyê dixwazim.”
Herwiha Trump got: “Dixwazim welatê me jinûve vegerînim asta normal. Tiştekî pir dixwazim ew e ku dêr jinûve werin vekirin.
Di berdewamiyê jî de Trump aşkere kir gelek walîyên Demokrat rêz li kenîseyan nagirin loma ez hez dikim wan dêran bidim vekirin. Li ser vekirina dêr û mizgeftan jî Trump axivî û got: “Emê di demeke nêzîk de gavên girîng li ser vê mijarê bavêjin.”
Basnews
