Serdana Mesrûr Barzanî bo Îmaratê li çapemeniya Erebî û Îmaratê de deng veda
Serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat), di çapemeniya Îmarat û çapemeniya Erebî de deng veda û cîheke giring dan wê serdanê.
Li gor dûvçûnên BasNewsê, sernavê yekem ê piraniya rojnameyên Îmaratê û hin medyaya erebî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Îmaratê bû.
Di serdana xwe ya bo Îmaratê de, Mesrûr Barzani bi Serokê Îmaratên Yekbûyî yên Erebî Şêx Mihemed bin Zayed Al Nehyan û hejmarek berpirsên payebilind ên Îmaratê re civiya û hevdîtinên giring pêkanîn.
Basnews
