• Monday, 09 February 2026
logo

Iraq- 153 kesên din Koronayê ketine

Iraq- 153 kesên din Koronayê ketine
Wezareta Tendirustiya Iraqê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê li Iraqê aşkere kir û da zanîn 153 kesên din bi Koronayê ketine û 6 kesên din jî bi Koronayê mirine.

Îro roja pêncşemê 21.05.2020an Wezareta Temdiustiya Iraqê da zanîn li herêma Resafe Bexda 68 kes bi Koronayê ketine. Herwiha li herêma Kerxî ya Bexdayê 24 kes bi Koronayê ketine û li nexweşxaneya Şar a Hewlêrê jî 21 kes hatine tomarkirin.

Herwiha li Besrayê 15 kes, li Necefê 3 kes, li Silêmanî 3 kes li Hewlêrê 8 kes, li Diyale 9 kes, li Mîsanê kesek, li Westayê kesek bi Koronayê ketiye.

Herwiha di maweya 24 saetên dawî de 6 kes jî bi Koronayê mirine.

Basnews
Top