• Monday, 02 February 2026
logo

Neîm Qasim: Em çek nadaynin

Gulan Media December 6, 2025 Nûçe
Neîm Qasim: Em çek nadaynin

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Neîm Qasim helwesta tund a hizba xwe li ser pêşeroja çekên xwe û erkên hikûmeta Lubnanê ragihand.

Qasim di daxuyaniya xwe ya herî dawî de ragehand, "Hizbulah dê bi ti awayî razî nebe ku çek dayne.” Amaje bi wê jî da ku mijara sînordarkirina çekên di destê dewletê de biryarek navxweyî ye û aliyên biyanî nikarin destwerdanê di cewherê peymanên wan ên navxweyî de bikin.

Li ser hewldanên dîplomatîk, serokê Hizbulahê piştgiriya xwe ji bo biryara hikûmeta Lubnanê ya ku rêya dîplomatîk bi Îsraîlê re bigire anî ziman, lê di heman demê de peyamek ji hikûmetê re şand: "Divê hikûmeta Lubnanê erkên xwe bicîh bîne.”

Neîm Qasim bi gotineke tund berê xwe da hikûmetê û diyar kir: "Divê hikûmet bi rawestandina tundûtûjiyê qehremaniya xwe nîşan bide."

Di dawiya axaftina xwe de rexne li pêkhateya komîteya çavdêriya agirbestê girt û got ku destnîşankirina nûnerekî "sivîl" ji aliyê Lubnanê ve ji bo komîteyê neqanûnî ye.

 

Basnews

Top