• Monday, 09 February 2026
logo

Melbenda YNKê li Kerkûkê: Ew girtiyên DAIŞê bi fermana hevserokên YNKê hatin berdan!

Melbenda YNKê li Kerkûkê: Ew girtiyên DAIŞê bi fermana hevserokên YNKê hatin berdan!
Berpirsê melbenda YNKê li Kerkûkê dibêje, wan bi fermana hevserokên YNKê girtiyên DAIŞê berdane.

Di heyama çend rojên borî de YNK û çend eşîrên ereb yên alîgirên DAIŞê li ser berdana zêdetirî 170 girtiyên DAIŞê li hev kiribûn. Ew girtî îro hatin berdan û ji Silêmaniyê derbasî Kerkûkê bûn.

Berpirsê melbenda YNKê li Kerkûkê, Hemesûr Dûşîwanî li ser vê mijarê ji beşa kurdî ya Dengê Amerîka re gotiye, ew girtî bi fermana hevserokên YNKê Lahûr û Pavil Talebanî hatine berdan.

Dûşîwanî her wiha gotiye, di nav wan girtiyan de kesên terorîst jî hene lê ewê teslîmî hikûmeta Iraqê bên kirin da ku bên dadgehîkirin.

Wî berpirsê YNKê daye xuyakirin ku berdana wan girtiyan, siyasî ye ne hiqûqî û gotiye, çimkî li hember berdana wan tiştek nehatiye wergirtin, tenê bo wê bûye “rûpelek nû” bi pêkhateyên Kerkûkê re were vekirin!

Basnews
Top