• Monday, 02 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê civiya

Gulan Media December 5, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê civiya

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ebûzebiyê bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê re civiya û alîkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de di warên cuda cuda de nîqaş kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4.12.2025, li Ebûzebiyê bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê Şêx Seyf bin Zayîd Al Nehyan re civiya.

Herdu aliyan di wê civînê de tekez li ser girîngiya zêdetir pêşxistina têkiliyên dostane, alîkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de di warên cuda cuda de tekez kir.

Di pareka din a wê civînê de, herdu aliyan dîtinên û nerînên xwe li ser guhertinên dawiyê yên rewşa giştî ya Iraq û deverê li hev guhertin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4.12.2025, gihîşt Ebûzebiya paytexta Îmaratê û ji aliyê Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Îmaratê Seîd Hacirî ve pêşwazî lê hat kirin.

 

Basnews

Top