Iraqê, biryara xistina lîsteya terorê ya Hizbullaha Lubnanî û Husiyan poşman bû û paşde kêşa
Çavkaniyan agahdar û medya ya Iraqê ragihandin ku hikûmeta Iraqê biryara xwe ya destnîşankirina Hizbullah û Ensarullah (Husiyên Yemenê) wekî terorîst û cemidandina mal û milkên wan paş de vekişandiye.
Iraqê nivîsekî fermî belav kir û ferman dabû ku mal û milkên hejmarek kom û kesan, di nav de navê Hizbullaha Lubnanî û Husiyên Yemenê têdebû di çarçoveya pêkanîna lîsteyên navneteweyî û Erebî de werin desteserkirin.
Lêbelê, piştî ku naveroka biryarê hate weşandin, demildest partiyên siyasî yên nêzîkî "Çarçoveya Hemahengiyê" û komên "Eniya Berxwedanê" yên li Iraqê tavilê bi tundî bertek nîşan dan û zext li hikûmetê kirin da ku biryarê betal bike.
Di vê çarçoveyê de, çavkanî destnîşan dikin ku hikûmeta Iraqê biryar daye ku bi vê lîsteyê kar neke û tedbîrên li dijî her du koman hatine wergirtin rawestîne.
Hêjayî gotinê ye Iraq beşek ji eniya ku wekî "Eniya Berxwedanê" tê zanîn de tê zanîn û têkiliyên wê yên xurt bi Hizbullaha Lubnanî û Hûsiyan re hene, ji ber vê yekê biryarek wisa li dijî siyaseta derve û navxweyî ya heyî ya Bexdayê hate şîrovekirin.
Basnews
