• Sunday, 01 February 2026
logo

Serok Barzanî bi peyamekî serxweşî li Rêwaz Fayîq kir

Gulan Media December 4, 2025 Nûçe
Serok Barzanî bi peyamekî serxweşî li Rêwaz Fayîq kir

Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya bavê Seroka Berê ya Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq, peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî îro 4ê Berçile di peyama xwe de sersaxî li Seroka Berê ya Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq kir û hevxemiya xwe ji bo malbat û kesûkarên xwedêjêrazî anî ziman.

Peyama Serok Barzanî waha ye:

"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêz Dr. Rêwaz Fayiq, Seroka Pêşî ya Parlamentoya Kurdistanê,

Bi xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya bavê we yê birêz bihîst. Ez sersaxiya xwe arasteyî we, malbat û kesûkarên we dikim û xwe bi hevparê xema we dizanim.

Ji Xwedayê mezin daxwazkar im ku ruhê xwedêjêrazî bi bihuşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyekî.

Inna lillah we inna ileyhî racîûn

Mesûd Barzanî"

 

Basnews

Top