• Monday, 02 February 2026
logo

AK Partî û CHP li pey hev in, ferq tenê 1,3 puan e

Gulan Media December 4, 2025 Nûçe
AK Partî û CHP li pey hev in, ferq tenê 1,3 puan e

Li gorî rapirsiya Şirketa Lêkolînan a ORCyê, eger vê yekşemê hilbijartin bên kirin AK Partî bi ferqeke kêm li pêşiya CHPyê ye.

DEM Partî jî di rêza sêyem de ye.

Şirketa Lêkolînan a ORCyê encamên rapirsiya xwe ya dawî ya li ser hilbijartinan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kirin ku di navbera 28ê Çiriya Paşîn û 1ê Kanûna Pêşîn a 2025an de kiriye.

Rapirsî li 26 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi beşdariya 2 hezar û 560 kesan hatiye kirin.

Ferqa di navbera AK Partî û CHPyê de kêm e

Di rapirsiyê de pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” ji xelkê hat kirin.

Li gorî encaman, ji sedî 33,2yê beşdaran gotiye “AK Partî” û ji sedî 31,9ê beşdaran jî “CHP” hilbijartiye.

Ferqa di navbera her du partiyan de tenê 1,3 puan e.

DEM Partî partiya sêyem e

Her wiha DEM Partî jî bi rêjeya ji sedî 7,9an a dengan bû partiya sêyem.

Piştî DEM Partiyê, MHPyê bi rêjeya ji sedî 6,8an di rêza çarem de ye û ÎYÎ Partiyê bi rêjeya ji sedî 6,5an di rêza pêncem de cih girt.

Encamên rapirsiya ORCyê wiha ne:

AK Partî: Ji sedî 33,2
CHP: Ji sedî 31,9
DEM Partî: Ji sedî 7,9
MHP: Ji sedî 6,8
ÎYÎ Partî: Ji sedî 6,5
Partiya Zaferê: Ji sedî 3,4
Yenîden Refah: Ji sedî 2,8

 

Rudaw

Top