• Monday, 09 February 2026
logo

Ciwan Rojbeyanî: Artêşa Iraqî ne di xema parastina deverên Kurdistanî de ye

Ciwan Rojbeyanî: Artêşa Iraqî ne di xema parastina deverên Kurdistanî de ye
Seroka komîsyona deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê dibêje, hêzên Iraqî ne di xema parastina deverên Kurdistanî de ne, tenê Pêşmerge dikare wê yekê bike, ji ber ku wir xaka xwe dibîne.

Parlementera Kurdistanê û seroka komîsyona deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, Ciwan Rojbeyanî ji BasNewsê re got, heqîqetek heye ew jî ew e ku hêzên Iraqî ji pêkhateyên deverên Kurdistanî pêk nehatiye ji ber wê jî ne di xema parastina wan de ye.

Ciwan Rojbeyanî her wiha got, lê Pêşmerge wisa nîne ji ber ku Pêşmerge wan deran xaka xwe dibîne û di xema wan de ye.

Wê parlementera Kurdistanê anî ziman ku di navbera hikûmeta Kurdistanê û Bexdayê de rêkeftinek li ser parastina deverên Kurdistanî hatiye kirin lê heta niha neketiye piratîkê.

Basnews
Top