Dana Gas: Hilberîna gazê piştî êrîşa li ser Kormorê vegeriya rewşa xwe ya normal
Îro 03.12.2025ê şîrketa Dana Gasê di daxuyaniyekê de got ku hilberîna gazê piştî êrîşa li ser Kormorê li Herêma Kurdistanê vegeriya rewşa xwe ya normal.
Dana Gas spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji bo tedbîrên ewlehiyê yên ku ji bo parastina zeviya Kormorê girtine.
Dana Gas pêbendbûna xwe ya ji bo ewlehiya karmendên xwe û tesîsên xwe û dabînkirina gaza şil ji bo gelê Herêma Kurdistanê û Iraqê dubare dike.
Basnews
