• Sunday, 01 February 2026
logo

Ocalan li ser pêvajoyê daxuyanî da

Gulan Media December 3, 2025 Nûçe
Ocalan li ser pêvajoyê daxuyanî da

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê diyar kir ku Abdullah Ocalan derbarê pêvajoyê gotiye, “Ev pêvajo pêvajoyeke tevlîbûna Kurdan a bi rêya hiqûqî ya nav komarê ye, avakirina komara demokratîk a bi hevgirtineke berfireh a civakî ye.”

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hevdîtina ku 2yê Kanûna Pêşîn a 2025an pêk hatiye 4 demjimêran ajotiye.

Heyetê ragihand ku Ocalan gotiye, "Ev pêvajo pêvajoyeke tevlîbûna Kurdan a bi rêya hiqûqî ya nav komarê ye û avakirina komara demokratîk a bi hevgirtineke berfireh a civakî ye."

Li gorî daxuyaniyê, Ocalan encamên erênî yên hevdîtina bi Komîsyona Parlamentoyê re nirxandine.

Her wiha Ocalan bal kişandiye ser hewldan û gotinên ku demên dawî li dijî pêvajoyê tên kirin û ev yek wekî "sabotajê" nirxandiye.

"Mekanîzmaya darbeyê"

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Ev rewşeke wiha ye ku wekî mekanîzmaya darbeyê di tevahiya pêvajoyan de derdikeve holê.

Ev ne xebateke klasîk a darbeyê ye. Mîna pêngavekê ye ku li hemberî hewldanên bipêşxistina pêvajoyê derdikeve holê.

Divê wekî hewldanên avakirina rewşeke xeternak û metirsîdar bên fêhmkirin.

Di roja me de ev derdor berdewamiya hêzên derveyî normê yên dewletê ne.

Li aliyê din li hemberî wê kevneşopiya ku mîna rêbazeke çand, siyaset, rêxistinbûna nepenî û eşkere ya wekî şêwazekî darbeyê dixebite û sedsala dawî ya Tirkiyeyê teşe kiriye, îradeyeke siyasî û civakî jî derketiye holê û ev îrade bi hêz dibe."

Nexşerêya 27ê Sibatê

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ocalan bal kişandiye ser bipêşketinên pêvajoyê û wiha nirxandiye:

"Midaxeleyên derveyî demokrasiyê û tundiya siyasî, dê bi derxistina yasayeke aştiyê ya li ser bingeha hiqûqa piralî ji rojeva Tirkiyeyê derkeve.

Di vî alî de daxuyaniya me ya 27ê Sibatê bernameyek e ku rê nîşan dide.

Tevahiya gavên bi vê armancê hatine avêtin û berpirsyariya ku me girtiye ser milê xwe nîşaneya armanca me ya jiyana hevpar e."

"Em xwedî îradeyeke xurt in"

Di berdewamiya peyama Ocalan de ev daxwaz hatin kirin:

"Li Tirkiyeyê hemû derdorên siyasî û civakî yên ku dixwazin şensê birêvebirin û desthilatê rast bi kar bînin, divê bi helwesteke rast nêzîkî pirsgirêkên siyasî bibin û bibin navbeynkarê çareseriya demokratîk.

Ev pêvajo tê wateya ku Kurd bi rêya hiqûqê tevlî komarê bibin û bi beşdariya herî berfireh a civakî komareke demokratîk bê avakirin.

Ez dixwazim bibêjim ku em xwediyê îrade û biryareke xurt a bipêşxistina pêvajoyê ne."

 

Rudaw

Top