• Monday, 09 February 2026
logo

Berpirsekî Gorranê: YNKê li nav hikûmetê de rola opozîsyonê dilîze!

Berpirsekî Gorranê: YNKê li nav hikûmetê de rola opozîsyonê dilîze!
Serkirdeyekî Gorranê dibêje, YNK dixwaze xwe wek opozîsyona hikûmetê nîşan bide da ku çend postan zêde werbigire lê ew bi kêrî opozîsyontiyê nayê!

Endamê civata giştî ya Gorranê, şêx Umer kaka Heme ji BasNewsê re got, YNK xwe partiyeka siyasî ya bihêz dibîne, ji ber ku hêza wê ya çekdar heye û li nav hikûmeta Kurdistanê de jî xwedan pêgeheka bihêz e. Lê niha helwesta YNKê hatiye guhertin û rola opozîsyonê dilîze.

Şêx Umer kake Heme her wiha got, qesta YNKê ji wê lîstikê ew e ku çend postan zêdetir werbigire. Lê YNKê bi kêrî opozîsyontiyê nayê.

Wî berpirsê Gorranî anî ziman ku piştî cejna Remeznaê partiyên siyasî bi taybet PDK û YNK dê li ser nakokiyên navbera xwe bicivin û got, ez bawer dikim ew civîn dê girîng be û tê de hewla çareserkirina arîşeyan bê dayîn.

Basnews
Top