NY: Şandina çekdarên Sûriyê bo Lîbyayê karekî xerab e
Geir Pederson, îro sêşemê ragihand ku bikaranîna çekdarên Sûrî li Lîbyayê tevliheviyê li wî welatî zêde dike û tekez kir ku şandina wan ne karekî yasayî ye.
Li gorî agahiyên opozisyonê 120 çekdarên Sûriyê ji Efrînê derbasî Tirkiyê bûne, li wê derê li kampan têne perwerdekirin û ji bo Lîbyayê têne şandin.
Li gorî amarên nefermî hejmara çekdarên Sûriyê ku Tirkiyê şandine Lîbyayê 13 hezar kes derbas kiriye, di nav wan de 150 çekdarên zarok jî hene.
Piraniya çekdarên Sûriyê yên ji bo Lîbyayê hatine şandin endamên ketîba Sultan Murad in.
Rudaw
