• Monday, 09 February 2026
logo

Tenduristiya Duhokê: 330 kes di kerentîna Koronayê de mane

Tenduristiya Duhokê: 330 kes di kerentîna Koronayê de mane
Rêveberiya giştî ya tenduristiya Duhokê ragihand, tevahiya nexweşên Koronayê baş bûne û 330 kes jî di kerentînê de ne.

Berdevkê tenduristiya Duhokê, Hemze Rezîkî ji BasNewsê re got, heta niha jî kerentînkirina welatiyan ji ber vîrusa Koronayê didome.

Hemze Rezîkî her wiha got, niha tenê 330 kes di kerentînê mane. Helbet rojane hejmara han tê guhertin, çimkî rojane welatî ji derveyî Kurdistanê tên.

Berdevkê tenduristiya Duhokê da zanîn, ji destpêka belavbûna vîrusa Koronayê ve heta niha 4 hezar û 89 kes hatine kerentînkirin, 3 hezar û 759 kes ji wan ji kerentînê derketine û çûne malên xwe.

Hemze Rezîkî anî ziman ku bi gişt 19 kes li Duhokê bi vîrusa Koronayê ketibûn û got, lê tevahiya wan baş bûne û çûne malên xwe.

Basnews
Top