Nifûsa Başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir
Li gorî encamên dawî yên serjimêriyê, hejamara niştecihên Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê gihiştiye 10 milyon û 496 hezar û 112 kesan.
Ji vê hejmarê, 6 milyon û 519 hezar û 129 kes li çar parêzgehên Herêma Kurdistanê ne û 3 milyon û 949 hezar û 983 kes jî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne.
Deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di çarçoveya Başûrê Kurdistanê de ne û cihên wekî Kerkûk, Xaneqîn, Pirdê, Şingal, Mexmûr, Xurmatû û hinek deverên din li xwe digirin.
Belavbûna nifûsa Herêma Kurdistanê
Nifûsa Herêma Kurdistanê li gorî parêzgehan bi vî awayî ye:
Hewlêr: 2 milyon û 517 hezar û 534 kes.
Silêmanî û Helebce: 2 milyon û 401 hezar û 724 kes.
Dihok: Milyonek û 599 hezar û 871 kes.
Nifûsa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê
Li gorî encamên serjimêriyê, dabeşbûna nifûsa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê wiha ye:
Kerkûk: 2 milyon û 34 hezar û 627 kes.
Xaneqîn: 260 hezar û 907 kes.
Kifrî (nîvê wê li ser Diyaleyê hatiye hejmartin): 66 hezar û 437 kes.
Şareban: 254 hezar û 346 kes.
Mendelî: 49 hezar û 348 kes.
Tilkêf: 406 hezar û 732 kes.
Hemdaniye: 249 hezar û 732 kes.
Mexmûr: 212 hezar û 357 kes.
Şingal: 201 hezar û 2 kes.
Şêxan (beşekî wê li ser Mûsilê hatiye hejmartin): 69 hezar û 279 kes.
Xurmatû: 147 hezar û 216 kes.
Serjimêriya giştî li Îraq û Herêma Kurdistanê Çiriya Paşîn a sala 2024an hatibû kirin.
Encamên dawî 26ê Çiriya Paşîn a 2025an hatin belavkirin û hat ragihandin ku hejmara giştî ya niştecihên Îraq û Herêma Kurdistanê gihiştiye 46 milyon û 118 hezar û 793 kesan.
Rudaw
