• Monday, 09 February 2026
logo

KURDISTAN - Berhemanîna elektirîkê ji 3200 megawatê daketiye heta 2500 megawatê

KURDISTAN - Berhemanîna elektirîkê ji 3200 megawatê daketiye heta 2500 megawatê
Berhemanîna elektrîkê li Herêma Kurdistanê, bi sedema krîza darayî û nebûna sotemeniyê ji 3200 mêgawat daketiye heta 2500 mêgawatê.

Kêmbûna elektrîkê bûye sedema kêmbûna ava vexwarinê û çend tax bê av bûne. Li Hewlêrê ji sedî 40 dabînkirina ava bîran kêm bûye, ku dike 120 hezar metre sêca di rojekê de.

Bilindbûna pileyên germê, daxwazê li ser elektrîkê zêde dike. Vê yekê jî bandor li ser kêmbûna elektrîkê zêde kiriye û wiha kiriye ku welatî rûbirûyî pirsgirêkan bibin.

Pêdana elektrîkê bi kerta taybet li jêr çavdêriya hikûmetê, beşek ji karnameya kabîneya nû ya hikûmetê ye.

Ji bo çareserkirina pirsa elektrîkê, Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê projeya pêdana elektrîkê bi kerta taybet amade kiriye û diçe Encûmena Wezîran.

Rêveberê Kontrola Elektrîka Herêma Kurdistanê Omêd Ehmed ji Rûdawê re got: “Karîna berhemanînê 6700 mêgawat elektrîk heye. Bi sedema krîza darayî û nebûna sûtemeniyê, karkirin li çend yekeyên wêstgehên xaza Hewlêr û Çemçemalê, û rawestana Elektrîka Xebat ib sedema Koronayê, berhemanîna elektrîkê kêm bûye. Rojane 2500 mêgawat elektrîk tê berhemanîn.Niha daxwaz li ser bikaranîna 4300 mêgawat e û bi sedema bilindbûna pileyên germê daxwaz li ser bikaranîna elektrîkê zêde bûye.

Wezareta Elektrîkê ligel Serokatiya Encûmena Wezîran li ser hêlê ye. Ji bo rêkarên tendirustî û vegera stafên Korî yên Wêstgeha Elektrîkê ya Xebat, ku bi sedema koronayê nikarîbûn ji Koryaya Başûr vegerine Herêma Kuridstanê. Em mijûlî çaksaziya wan wêstgehan in ku ji kar ketine.”

Li gorî raporta Banka Cîhanî ji bo Reforma Abûrî ya Hikûmeta Herêma Kuridstanê, tevaya budceya salane ya weberanîna xerciya elektrîkê 3.25 milyar dolar e, ku 2.5 milyar dolar xwercî bû.

Li beramber vê xerciyê, Hikûmeta Herêma Kuridstanê tenê 250 milyon dolar dahat hebû.

Di navbera 30 heta ji sedî 50 elektrîka Herêma Kurdistanê bêhûde diçe, ew jî bi sedemên teknîkî û neteknîkî, bi sedema kevnbûna torên veguhastinê. Beşekî mezin jî ji dizîna elektrîkê ye.

Rudaw
Top