• Sunday, 01 February 2026
logo

PDK û YNK di asteke bilind de dicivin

Gulan Media December 1, 2025 Nûçe
PDK û YNK di asteke bilind de dicivin

Endamekê Komîteya Navendî ya PDKê ragihand ku, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê sibe li ser asta bilind bicivin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hîwa Geylanî îro 30.11.2025,ji Kurdistan24ê re ragihand ku, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê sibe (Duşem, 1ê Çileya 2025ê) li ser asta bilind bicivin. Di rojên bê de jî, PDK dê serdana aliyên din ên siyasî bike.

Hîwa Geylanî li ser civîna wan a bi YNKê re got ku, ew dê hemî bizavan bikin ku kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê avakirin, ji ber ku wan di demên borî de jî nermî nîşan daye, lê YNK nehatiye pêş.

Navbirî amaje jî da ku, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dixwaze ku du peyaman bigihîne aliyan, ya yekê rêkxistina belavbûna navmala Kurdan, ya duyê jî bi aliyên serketî re yek paket û gotar di hikûmeta Iraqê ya bê de hebe.

Civîna dawiyê ya şandên bilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li roja Sêşemê (30ê Îlona 2025ê) bi serokatiya Serok Barzanî li Pîrmamê hat lidarxistin.

Li gorî agahiyan, wê demê şanda YNKê dosyeyeka daxwazên xwe ji bo tevlîbûna di kabîneya bê de pêşkêşî şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kiribû, lê tu daxuyaniyên hevpar nebûn.

 

 

Basnews

Top