• Monday, 09 February 2026
logo

Wezîrê Tenduristiyê: Tê pêşbînîkirina hejmara pêketiyên Koronayê zêde bibin

Wezîrê Tenduristiyê: Tê pêşbînîkirina hejmara pêketiyên Koronayê zêde bibin
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê radigihîne, hîna metirsiya vîrusa Koronayê heye û divê welatî pabendî rênimayên xweparastinê bibin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ji K24ê re ragihand, li Herêma Kurdistanê di çend rojên bûrî de 33 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin, ku ev wek berdewamiya şepêla yekem tê hejmartin.

Dr. Saman Berzincî tekez kir, heta niha metirsiya belavbûna vîrusa Koronayê li Herêmê heye û nabe welatî bawer bikin ku Korona nemaye.

Wezîrê Tenduristiyê got jî, tê pêşbînîkirin haletên nû yên pêketina bi Koronayê bên tomarkirin, ji ber ku hîna virus maye û li Iraqê jî hejmara pêketiyan zêde dibe.

Diyar kir, heta niha li Herêma Kurdistanê 434 kes bi vîrusa Koronayê ketine, niha 46 kes nexweşxaneyan mane û 383 kes jî piştî wergirtina çareseriyê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Top