• Wednesday, 04 February 2026
logo

Bi fermana Mesrûr Barzanî erd li ser fermanberên girêbest tê belavkirin

Gulan Media December 1, 2025 Nûçe
Bi fermana Mesrûr Barzanî erd li ser fermanberên girêbest tê belavkirin

Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, belavkirina erdî li ser fermanberên girêbest hat pejirandin.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê,  bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, belavkirina erdên akincîbûnê ji bo fermanberên girêbest, ên ku dema xizmeta wan a kiryarkî ji heşt salan kêmtir nebe, hat pejirandin.”

Wê çavkaniyê eşkere jî kir ku, her ew şert û rêkarên di rênimayên belavkirina erdî li ser fermanber û xanenişînan li Herêma Kurdistanê de, Hejmar 2 ya sala 2024ê ya sererastkirî, dê li ser fermanberên girêbest jî bên bicihanîn.

Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 27ê Adara 2024ê li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar da ku, parçeyên erdî li ser hemî fermanberên ku hêşta erd wernegirtiye belav bike.

Ew biryar li roja 28ê Gulana 2024ê di rojnameya Weqaîa Kurdistanê de hat weşandin.

 

Basnews

Top