• Monday, 09 February 2026
logo

Amerîka hişyarî da Îranê: Yan danûstandin yan jî wêranbûna aborî!

Amerîka hişyarî da Îranê: Yan danûstandin yan jî wêranbûna aborî!
Berpirsekî wezareta derve ya Amerîka hişyar da Îranê û ragihand, divê yan bi Amerîka re dest bi danûstandin bikin yan jî hilweşiyana aborî hilbijêrin!

Berpirsê karûbarên Îranê di wezareta derve ya Amerîka de, Brian Hook ragihandiye, zêdetirî sê salan e Amerîka bi fişarên siyasî û aborî rêjîma Îranê kontrol dike.

Brian Hook her wiha gotiye, dorpêç û sizayên aborî bûne sebeba wêranbûna aboriya Îranê.

Wî berpirsê Amerîkî diyar kiriye ku berpirsên rêjîma Îranê li hember duriyanekê ne; yan dê bi serok Trump re dest bi danûstandinê bikin yan jî dê aboriya wan bi temamî wêran bibe.



Basnews
Top