• Monday, 09 February 2026
logo

Li Amerîkayê balefira F-35 ket

Li Amerîkayê balefira F-35 ket
Balefira şer a cureya F-35 a ser bi hêzên esmanî ya Amerîkayê li Floridayê ket.

Li gor daxuyaniya ji binkeyê hêzên esmanî ya Eglin a Floridayê hatiye kirin, balefira F-35 a ser bi fîloya 58ê, di dema firîneke rutin de, li gor demjimêra herêmî 21:30ê de dema xwe dakeve ketiye xwarê.

Hat ragehandin balefirvanê wê balefira ketiye xwar, bi rêya firandina kursiyê ve ji bûyerê rizgarbûye û derbarê bûyerê de jî lêpirsîn destpê kiriye.

Heftiya borî jî li heman binkeyî balefira F-22 ya Raptor a şer piştî rabûnê demekî kurt ketibû xwarê.

Basnews
Top