• Monday, 09 February 2026
logo

Ferhad Etroşî: Lahor Şêx Cengî, Yekgirtû û Gorran li pişt xwenîşandanên Duhokê bûn

Ferhad Etroşî: Lahor Şêx Cengî, Yekgirtû û Gorran li pişt xwenîşandanên Duhokê bûn
Ferhad Etroşî, parêzgarê Duhokê di konfiranseka rojnamevanî de derbarê xwenîşandanên roja Şembîya burî li bajarê Duhokê ragehand, Duhokê xwedîyê xwe heye ew jî Partîya Demokrata Kurdsitan e.

Derbarê endamên wan alîyên sîyasî yên pişikdarî di xwenîşandanê de kirine, Ferhad Etroşî ragehand, endamên Yekgirtûya Îsalmî , Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê û Bizava Gorranê bi awayeka berfireh pişikdarî di wê xwenîşandanê de kirine, amadekarî û civîn bo wê yekê kirine û Lahûr Şêx Cengî bi xwe li gel hejmareka pişikdaran civîyaye.

Herweha Fwerhad Etroşî got jî: Heke ew alî dixwazin guhertinan bikin, pêwîste bi rêya demokrasîyê , wek helbijartinan wê yekê bikin; neku bi rêya tundûtîjîyê.

K24
Top