• Monday, 02 February 2026
logo

Wezîrê Elektrîkê: Divê sîstema dijî-dronan ji bo Kormorê were dabîn kirin

Gulan Media November 30, 2025 Nûçe
Wezîrê Elektrîkê: Divê sîstema dijî-dronan ji bo Kormorê were dabîn kirin

Wezîrê Elektrîkê yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed di civîneke çapemeniyê de ragehand: "Şertê Dana Gas ew e ku sîstema parastina Dijî-dron ji Kormorê re bê dabîn kirin, ku ev daxwaza me ye jî û pêdivî bi wê heye."

Herwaha ragehand, nahd du hezar megawat elektrîk heye û di çend demjimêrên pêş de dê vegere rewşa normal.

Wezîrê Elektrîkê diyar kir: "Bi hedefgirtina Kormorê, me rê li ber terorîstan girt ku bigihîjin armancên xwe.’’

Wezîrê elektrîkê got ku Serokê Hikûmetê ji şeva bombebaranê ve li ser xetê bû da ku pirsgirêkan çareser bike. Em spasiya welatiyan dikin ji bo sebra wan a dirêj û ji wan re piştrast dikin ku rewşa elektrîkê ber bi baştir bûnê ve diçe.

Herwaha diyar kir, li ser bûyera Kormorê komîteyek ewlehiyê hatiye avakirin û ew ê karê xwe bikin û dûv re encaman ji raya giştî re ragihînin û divê sînorek ji bo kesên ku qanûnê binpê dikin were danîn.

 

Basnews

Top