• Sunday, 01 February 2026
logo

Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê: Melayê Cizîrî wiha kir ku Serok Barzanî îro li vir amade be

Gulan Media November 30, 2025 Nûçe
Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê: Melayê Cizîrî wiha kir ku Serok Barzanî îro li vir amade be

 Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Munîr Karaoglu di Çaremîn Sempozyûma Navdewletî ya Melayê Cizîrî de ragihand, ew îro li dor mîrasa zanist û merîfeta Cizîrî kom bûne û ev yek bûye derfet ku Serok Barzanî jî beşdarî vê çalakiyê bibe.

Munîr Karaoglu îro 29ê Mijdarê di çarçoveya sempozyûmê de gotarek pêşkêş kir û di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bandora dîrokî ya Melayê Cizîrî û got: "Melayê Cizîrî ku di dirêjahiya dîrokê de ronahî daye jiyana me, îro em hemû di vê sempozyûmê de kom kirine û bûye sedema wê yekê ku Cenabê Serok Barzanî jî li vir amade be." 

Cîgirê Wezîr diyar kir ku mêvanan ji cihên ciyawaz beşdarî sempozyûmê bûne û ew ê li ser peyama aştî û hîkmeta Cizîrî gotûbêjan bikin.

Cizîra Botan: Dergûşa Nûh Pêxember

Karaoglu di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi dîroka kevnar a herêmê kir û Cizîra Botan wekî xezîneyeke dîrokî pênase kir: "Em îro li cihekî ne ku bîranîna Hezretî Nûh tîne bîra mirovan; ew Pêxemberê ku ligel gelê xwe li ser Çiyayê Cûdî lenger avêt û ji wir careke din jiyan û mirovayetiyê dest pê kir."

Munîr Karaoglu destnîşan kir ku axa herêmê tenê bi çiya û rûbaran nayê naskirin, belkî bi saya zanayên xwe cîhaneke bêhempa ye. Herwiha got: "Ji Diyarbekir û Mêrdînê heta deverên din, çiraya zanist û îrfanê vêxistine; ku bêguman Melayê Cizîrî yek ji xelekên herî bihêz ên vê zincîrê ye."

 

K24

Top