• Monday, 09 February 2026
logo

DAIŞê 7 çekdarên mîlîşyayan li beyabana Dêrazorê kuştin

DAIŞê 7 çekdarên mîlîşyayan li beyabana Dêrazorê kuştin
Çekdarên DAIŞê li beyabana Dêrazorê êrîşên xwe berdewam dike û 7 çekdarên mîlîşyayên ser bi rêjîma Sûriyê ve dikuje.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên DAIŞê li beyabana Dêrazorê li nêzîkî bajarokê Suxnê 7 çekdarên mîlîyayên ser bi rêjîma Sûriyê ve kuştin.

Ev di demekê de ye, duhî çekdarên DAIŞê riya Dêrazor û Şamê qut kiribûn û efserekî artêşa Sûriyê, 2 serbaz û jinekê kuştibûn.

Ji dawiya meha Adara 2020an ve, li navçeyên di navbera parêzgeha Dêrazorê û Humsê de, tevgera çekdarên DAIŞê zêde bûye û çendîn car in şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên DAIŞê derdikeve.

Top