• Monday, 02 February 2026
logo

Li Hong Kongê karesat: Hejmara miriyan bû 94

Gulan Media November 28, 2025 Nûçe
Li Hong Kongê karesat: Hejmara miriyan bû 94

Li herêma Tai Poyê ya Hong Kongê di şewata li sîteyekê de hejmara kesên mirine bû 94.

Tîmên parastina sivîlan a Hong Kongê di daxuyaniyekê de ragihand ku di şewata sîteya ku ji 8 apartmanan pêk tê de heta niha 94 kes mirine ku yek ji wan endamê wan e.

Her wiha 76 kes jî birîndar bûne ku 11 ji wan agirkuj in.

Tê texmînkirin ku nêzîkî 4 hezar kesî li sîteyê dijîn û xebatên vemirandina agir zêdetirî 40 saetan e didomin.

Tîmên agirkujiyê xebatên xwe yên rizgarkirinê didomînin lê hat diyarkirin ku hîn negihiştine 25 bangên alîkariyê yên ku ji sîteyê hatine kirin.

Şewata li Tai Poyê

Şewata li Sîteya Wang Fukê ya li herêma Tai Poyê ku zêdetirî hezar û 900 daîre lê hene, 26ê mehê danê nîvrojê dest pê kiribû.

Agir ji ber skeleyên bambûyê yên ku ji bo nûjenkirinê li derveyî avahiyan hatibûn danîn û kel û pelên îzolasyonê derketibû û bilez belav bûbû.

Rayedarên ewlehiyê têkildarî şewatê 3 kes desteser kirin ku 2 ji wan birêvebirên şirketa avahîsaziyê ne û yek jî endazyarê şêwirmend e.

Ew bi "bûyîna sedema mirina bi xemsarî" tên tohmetbarkirin.

Li Hong Kongê ji bo tundiya şewatan pergaleke 5 pileyan tê bikaranîn û piştî 17 salan cara ewil "alarma pileya 5an" hat dayîn.

Ev bûyer wekî şewata ku di 70 salên dawî de herî zêde bûye sedema candanê ket qeydan.

 

Rudaw

Top