Dana Gas: Hilberîn li zeviya gazê ya Kormorê hatiye rawestandin
Kompanya Dana Gas di daxuyaniyeke derbarê êrîşa li ser zeviya Kormorê de ragehand ku ti ziyanên canî çênebûne.
Îro 27.11.2025ê Kompanya Dana Gas di daxuyaniyekî derbarê êrîşa şeva borî li ser zeviya Kormorê belav kir û ragehand: "Kompanya Dana Gas bazarê hişyar dike ku depoyek embarkirina gaza şil bûye armanca êrîşa mûşekî. Ti ziyanekî canî negeheştiye karmendên li deverê kar dikin.’’
Herwaha hat ragehandin: "Ji bo vemirandina agir û encamdana helsengandin û têgeheştina ji rewşê hilberîn hatiye rawestandin. Dana Gas bi rayedarên herêmî re hemahengiyê didomîne û dê di wextê xwe de agahdariya herî dawî bide bazarê."
Basnews
