• Sunday, 10 May 2026
logo

Li Endonezyayê erdhejeke bi hêza 6,6 pileyan çêbû

Gulan Media November 27, 2025 Nûçe
Li Endonezyayê erdhejeke bi hêza 6,6 pileyan çêbû

Li Girava Simeulueyê ya li başûrrojavayê herêma Açeyê ya Endonezyayê erdhejeke bi hêza 6,6 pileyan rû da.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) eşkere kir ku navenda erdhejê nêzîkî 45 kîlometreyan li bakurrojavayê bajarokê Sinabangê yê li Girava Simeulueyê ye.

Di erdheja bi hêza 6,6 pileyan de ku di kûrahiya nêzîkî 26 kîlometreyan de çêbûye, ti ziyanên canî yan madî nehatin ragihandin.

Li aliyê din, Saziya Meteorolojî, Avhewa û Jeofîzîkê ya Endonezyayê (BMKG) di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku erdhej di kûrahiya 10 kîlometreyan de û bi mezinahiya 6,3 pileyan çêbûye.

Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.

 

Rudaw

Top