• Tuesday, 03 February 2026
logo

Kêlgeha Gazê ya Kormorê rastî êrîşê hat

Gulan Media November 27, 2025 Nûçe
Kêlgeha Gazê ya Kormorê rastî êrîşê hat

K êlgeha Kormorê ya gazê li sînorê Çemçemalê rastî êrîşeke droneyî hat. Di encamê de agir bi embareke gazê ket û proseya berhemhênanê rawestiya.

Derengê şeva borî 26.11.2025ê, du caran li pey hev bi dronan êrîşî Kêlgeha Kormorê ya gaza hate kirin.

Li gorî zanyariyan, yek ji dronan li embareke gazê ketiye û bûye sedema şewateke mezin. Ji ber giraniya rewşê û metirsiya ewlehiyê, proseya berhemhênana gazê di kêlgehê de bi awayekî demkî hatiye rawestandin.

Ev êrîş di demekê de tê, di çend rojên borî de jî liv û tevgera dronan li ser asmanê Kormorê hatibû dîtin û pasewanên kêlgehê teqe li wan kiribû.

Kêlgeha Gaza ya Kormorê dikeve sînorê nahiya Qadirkerem a ser bi qezaya Çemçemalê li parêzgeha Silêmaniyê. Ev kêlgeh yek ji çavkaniyên sereke yên gaza Herêma Kurdistanê ye; ji sala 2003yan ve di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye û ji Cotmeha 2008an ve dest bi berhemhênanê kiriye.

 

Basnews

Top