Serokê Hikûmetê kevirê bingehîn ê kargehekî datîne ku mehane 100 hezar telefonên destî berhem tîne
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê kevirê bingehîn ê kargeha Teknolojiya Zêrîn-2 dana, ku taybete ji bo berhemanîna telefon û amûrên teknolojîk û ji bo wê jî dê asta berhemanînê du caran hinde zêde bike.
Berdevkê Desteya Veberhênan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bergeşt Akreyî ragehand, ev kargehe berê derfetekî berhemanînê hebûye ku mehane 40 bo 45 hezar telefon berhem dianî, lê bi vê berfirehkirina nû ve, şiyana berhemanîna mehane ya wê kargehê dê bigehe 100 hezar telefonan.
Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku, berhemên wan derveyî bazarên herêm û Iraqê ji gelek welatên din ên wek Sûriye, Cezayîr û Tunis re hatine şandin.
Derbarê derfetên kar û destê kar di projeyê de de jî berdevkê desteya veberhênanê aşkera kir: ‘’Rêjeya sedî 95 bo sedî 98 destê karê projeyê navxweyî dibe û tenê çend endazyarekî Çînî beşdarin, proje jî bi hevbeşiya di navbera veberhênerên Kurd û veberhênerekî Çînî ve tê cîhbicîh kirin.’’
Kargeh ji bo berhemanîna telefonan pişt dide pergala montajê û li gor zanyariyan beşek ji amûr û parçeyên serekî li Herêma Kurdistanê tên dabîn kirin, lê ew parçe û amûrên teknolojîk ên li navxwe bidest nakevin, ji Çînê tên anîn û li Hewlêrê dibin berhemên dawî.
Basnews
