• Tuesday, 03 February 2026
logo

Amerîka: Em dixwazin peymanên me bi Herêma Kurdistanê re demdirêj bin

Gulan Media November 26, 2025 Nûçe
Amerîka: Em dixwazin peymanên me bi Herêma Kurdistanê re demdirêj bin

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî bi Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê re civiya û tekez li ser berdewamiya peymana di navbera herdu aliyan de kir.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 25.11.2025, ragehand ku, di civîna navbera Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî bi Wekalet Kemal Mihemed Salih û Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Jashwa Harrison de ragihand: “Em dixwazin peymana sêalî ya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê berdewam û demdirêj be.”

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî amaje jî daye ku, tekez li ser têkiliyên dîrokî û bihêz ên di navbera gelê Kurd û Amerîkayê de, herwesa hinardekirina petrolê û mijara mafên darayî yên şîrketên petrolê jî hat kirin.

Wezareta navbirî herwesa got ku, Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kêfxweşiya welatê xwe ji bo wan pêngavan anî ziman ên ku ji bo pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û zêdebûna hilberîna petrolê hatine avêtin.

Herwesa tekez jî kir ku, ew dixwazin ev peymana sêalî berdewam û demdirêj be û astengî û hemî pirsgirêkên ku li pêşiya peymanê derdikevin çareser bike û herwesa piştgiriyê dide veberhênanê di sektora petrola Herêma Kurdistanê de û mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo birêvebiriya Amerîkayê mijareka stratejîk û girîng e.

Pêşketinên dawiyê yên di navbera Wezareta Petrolê ya Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê de, bi taybetî çareserkirina pirsgirêkên teknîkî û mijara mafên darayî yên şîrketên petrolê û destxweşî li Wezareta Çavkaniyên Xwezayî jî hatin nîqaşkirin, ji bo pabendbûna bi peymana sêalî ya di navbera Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, Wezareta Petrolê ya Iraqê, şîrketa SOMOyê û şîrketên hilberîna petrolê de jî mijarên tewerekê din ê wê civînê bûn.

 

Basnews

 

Top