• Wednesday, 04 February 2026
logo

Rêveberiya Xweser ji ber êrişên li ser Elewiyan hişyarî da

Gulan Media November 26, 2025 Nûçe
Rêveberiya Xweser ji ber êrişên li ser Elewiyan hişyarî da

 Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bangî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku rêzê li vîna welatiyên li peravê, başûr û Himsê bigire û dawî li gotinên kîndariyê bîne.

Di van demê dawiyê de li bajarê Himsê yê Sûriyeyê tundiya li hemberî Elewiyan zêde bûye.

Li bajarê Laziqiyeyê û çend deverên din ên Sûriyeyê ku piraniya şêniyên wan Elewî ne, bi hezaran kes daketin kolanan û êrişên dawî yên li ser civaka xwe şermezar kirin.

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê dilgirinaya xwe ya derbarê zêdebûna rageşiya li Sûriyeyê, bi taybetî li herêmên peravê û parêzgeha Siwêdayê anî ziman.

Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku hedefgirtina sivîl û xwenîşanderan dê welêt ber bi pêleke nû ya tundiyê ve bibe.

"Êriş sîstematîk in"

Rêveberiya Xweser diyar kir ku êrişên li dijî xwenîşanderan ku mafên xwe dixwazin û bikaranîna komên çekdar ên di bin navên wekî "Hêzên Eşîran" de, "sûcên sîstematîk in" û armanca wan têkdana aştiya navxweyî û derxistina fitneyan e.

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin daxwazên aştiyane yên ji bo azadî, edalet û wekheviyê û got:

"Diyaloga siyasî û aştiyane ji bo derbaskirina qonaxa heyî û rêgirtina li kaoseke zêde yekane rê ye."

Banga ji bo Sûriyeyeke nenavendî

Di daxuyaniyê de bangî hikûmeta veguhêz hat kirin ku rêzê li îradeya xelke bigire û dawî li tundiya li dijî sivîlan bîne.

Hat diyarkirin ku rageşiya li Hims, peravê û Siwêdayê dê bandorên xeternak li ser paşeroja welêt bike.

Rêveberiya Xweser di dawiyê de diyar kir ku vebijêrka wan "Aştî, diyalog, hevgirtina Sûriyeyiyan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî ye."

 

Rudaw

Top