• Monday, 02 February 2026
logo

Ehmed Gilî: YNKê bê PDK, li gel milîs û aliyên erebî hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê pêkanî, lê naxwaze PDK jî bê YNKê hikûmeta Herêmê pêkbîne

Gulan Media November 25, 2025 Nûçe
Ehmed Gilî: YNKê bê PDK, li gel milîs û aliyên erebî hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê pêkanî, lê naxwaze PDK jî bê YNKê hikûmeta Herêmê pêkbîne

Çalakvanekî siyasî ragehand, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) mafê wê heye ku kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi her partiyekê re ku beşdarî kabîneyê dibe ava bike.

Çalakvanê siyasî Ehmed Gilî ji BasNewsê re ragehand: "Piştî hilbijartinên parlementoya Iraqê û rewşa nû ya ku derketiye holê, PDKê biryar daye ku di demek nêzîk de kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ava bike. Ji bo wê jî xuya dike du rê hatine diyar kirin, yan YNKê beşdariyê di kabîneyê de dike û li gor mafê xwe yê bi helbijartinê bidest aniye dê cîh jê re bê dayîn, yan jî bi beşdariya fraksiyonên din ên li Parlamentoya Kurdistanê kabîneya dehem a dê bê ava kirin û YNK jî wek partî kengî xwest dikare beşdariyê di wê hikûmetê de bike.’’

Herwaha got: "Tiştê ecêb ew e ku rêveberên YNKê bi berdewamî daxuyaniyan didin û dixwazin heman difinbilindiya ku berî helbijartinên Parlamentoya Iraqê ya wan a ku hebû û dihate qebûl kirin berdewam bike û ew yek bi ti awayekî nabe û merc guhertin. Ji bo wê jî hikûmetek dê bê pêkanîn êdî YNK beşdar bibe yan nebe.’’

Wî çalakvanê siyasî got: "Destûr û hemû qanûnên Iraq û Herêma Kurdistanê piştgirî didin avakirina hikûmetê, li gorî qanûnê, her partiyek ku di parlementoyê de piraniyê pêk tîne dikare hikûmetê ava bike, ji ber vê yekê ti astengiyek ji bo PDKê tune ye bo pêkanîna hikûmetê. Ji aliyê kiryarî ve jî YNKê berê ew maf da PDKê, ji ber dema ku li encûmena parêzgeha Kerkûkê YNKê peyman li Hotêl Reşîd li gel şovenîstên pêkhateya ereb û milîsên Reyan Kildanî pêkanî, li bendê nema gelo ka dê PDK beşdar bibe yan na û PDKê jî rêgirî li wê kiryara YNKê nekir. Ji bo wê jî madem ji bo YNKê ew reftar helal e û hikûmeta xwecihî ya parêzgehekî bê PDK ava bike, bêguman li ser heman bingehî PDKê jî mafê wê heye piranîbûnê ava bike û kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ava bike.’’

 

Basnews

Top