Li Duhokê ji ber nebûna moletê rê bi xwepêşandanê nehat dayîn
Yek ji wan xwepêşanderan ê bi navê Bedel Berwarî ev 27 sal e mamoste ye û di maweyê 3 salan de ev cara sêyem e tê girtin.
Arî, kurê Bedel Berwarî dibêje, “şeva derbasbûyî bavê min birin, îro 2 birayên min ên biçûk birin, em hêvîdar in di zûtirîn dem de berdin, ne tawanbar e, tawana wî tune ye, daxwaza paşkeftî û mûçeyê fermanberên Kurdistanê hemûyan dike ne tenê mamosteyan bi tenê.”
Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê piştevaniya mafên mamosteyan dike, lê derbarê vê nerazîbûna mamosteyan nehatine agahdarkirin.
Wehbî Yûnis, Serokê Yetîkiya Mamosteyên Kurdistanê yê Liqa Duhokê, dibêje, “Em weke Yekîtiya Mamosteyan, bêguman li gel mafên mamosteyan e, lêbelê derbarê xwepêşandana hatiye kirin em nehatine agahdarkirin.”
Tevî ku Lîjneya Emnî ya Parêzgeha Duhokê şeva derbasbûyî ragihandibû molet nedane encamdana ti xwepêşandanan, lê roja 16.05.2020, demjimêr piştî nîvro, li Parka Azadî mamosteyan hewl dan xwepêşandanê encam bidin û lê ji ber nebûna moletê rê bi wan nehat dayîn.
Serokê Rêxistina Mafên Mirov a Kurdistanê li Duhokê, Hemdî Berwayî, diyar dike, “fermanber, hemwelatî, mamosteyên me ketine qeyraneke aborî ya gelek teng, lê mafê wan e her çi nebe daxwaza mafê xwe bikin, xwepêşandanê bikin. Ev cihê daxê ye û em bi tundî van karan û helwesta dezgehên emnî li parêzgeha Duhokê şermezar dikin ku bi rastî hinek ji wan bi şêweyekî ne mirovî, bi şêweyekî dirindane serederî li gel xwepêşanderan, li gel mamosteyan, li gel fermanberan kir.”
Di wê xwepêşadanê de 2 polîs hatin birîndarkirin û li gor endamekî parlamentoya Kurdistanê beşdarbûyê ku hatine girtin, tenê 4 kes mane ku bên azadkirin.
Mela Cîhad Doskî, Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê dibêje, “Çend kesek hatine bincavkirin û piştre hemû hatine azadkirin, tenê 4 kes mane, mixabin 2 polîsên me jî hatine birîndarkirin an ji hemûyê nexweştir, parlamentereke Yekgirtû bi navê Heliz çûye wê derê û stîfsaz kiriye aliyên emnî û efserekî me jî palda ye û destî wî, xilandiye û wî efserî jî mafê skalayê heye tomar bike.”
Li Duhokê ev 3 roj e grûpeke dengê mamosteyan û hejmarek ji çalakvan û rojnamevan li torên civakî daxwaz ji xelkê dikin ku ji bo daxwazkirina mûçe û vegerandina paşkeftê mûçe xwepêşandanê encamp bidin, lê ji ber nebûna moleta lîjneya emnî rê bi wan nehat dayîn.
Rudaw
