• Monday, 09 February 2026
logo

Tahir: Divê Tirkiye têbigihe ku Kurd li Sûriyê li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn

Tahir: Divê Tirkiye têbigihe ku Kurd li Sûriyê li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Muhsin Tahir radigihîne, Divê welatên herêmê têbigihin wê yekê, ku Kurdên Sûriyê wek Herêma Kurdistanê dê hokarê aramiyê bin û dê rêzê li cîrantiyê bigirin.

Endamê Polîtburoya PDK-S Muhsin Tahir beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û li ser krîza Sûriyê ragihand, pirsgirêka Sûriyê beşek ji pirsgirêka Rojhilata Navîn e. hêzên navdewletî yên destêwerdanê di krîza Sûriyê de dikin, tenê krîzê birêve dibin û dixwazin wê krîzê jî li gor berjewendiyên xwe çareser bikin, ne li gor berjewendiyên gelê Sûriyê.

Tahir got: Ligel hêzên navdewletî, hêzên herêmê jî destêwerdanê di krîza Sûriyê de dikin, wek Tirkiye, Îran û welatên Kendava Erebî. Destpêkê xuya dibû ku berjewediyên Rûsya, Îran û rêjîma Sûriyê nêzîkî hevdu bûn, lê Rûsya hevpariya Îranê di pêşeroja Sûriyê de qebûl nake. Ji aliyekî din ve jî, Amerîka jî dibêje ku divê tenê Rûsya di Sûriyê de bimîne, anku nakokî di navbera wan de nîne. Pirsgirêka mezin li Sûriyê dê di navbera Rûsya û Îranê de derkeve.

Li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd di hundirê Sûriyê de, Tahir got: Pêştir sîstema Sûriye navendî bû û desthilat di destê yek partiyê bû û pirsa Kurdî nas nedikir û mafê Kurd di hevwelatîbûnê de didît û ti mafên wan ên cuda tune ne. Lê niha doza Kurdî li Sûriyê ketiye rojevê. Sûriyeya pêşerojê jî bê bicihkirina mafên pêkhateyên netewî û olî û di nava mafên Kurd ava nabe.

Herwiha tekez kir: Divê welatên herêmê têbigihin wê yekê, ku Kurdên Sûriyê wek Herêma Kurdistanê dê hokarê aramiyê bin û dê rêzê li cîrantiyê bigirin û heger pêwendiyên aboriyê jî pê re bikin, dê sûdê jê bibînin. Herwiha divê dewleta Tirkiye bizane jî ku gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê li ser xaka xwe ya dîrokî dijî û nikare bi şer û bijardeyên serbazî vî gelî tune bike.

K24
Top