Artêşa Tirkiyê gundewarên Efrînê topbaran kir
Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, piştî gundên navçeya Şêrewayê, gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarexa, Îrşediyê û Tat Meraşê yên ser bi navçeya Şeraya Efrînê jî topbaran kirin.
Li gor zanyariyan topbarana li wan gundan berdewam e, lê derbarê encama topbaranê de, heta niha ti zanyariyek nehatiye belavkirin.
Di demjimêrên sibehê de, gundên Eqîbê, Soxanekê û Bênê yên navçeya Şêrewaya Efrînê, ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê hatibûn topbarankirin.
Rudaw
