• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmaratê yê nû li Hewlêrê kir

Gulan Media November 23, 2025 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmaratê yê nû li Hewlêrê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 23.11.2025ê li Pîrmamê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmaratê yê nû li Hewlêrê, Ehmed Hesen Ehmed Silêman El-Şahî kir.

Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Îmaratê li Hewlêrê silavên serokatiya Îmaratê ji Serok Barzanî re gihand û ji bo serkeftina pêvajoya hilbijartinê pîrozbahî lê kir û hêvî kir ku encamên hilbijartinê xizmeta gelê Iraqê bikin. Herwaha Konsulê Giştî yê Îmaratê pesnên pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê da û got ku welatê wî dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re di warên aborî, bazirganî, teknolojiya agahdariyê, çandinî û warên din de pêş bixe.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bi germî pêşwaziya Konsulê nû yê Îmaratê kir û jê re serkeftin xwest û tekez kir ku gelê Kurd her gav helwestek erênî û dostane li hember Îmaratê hebûye û berdewamî û pêşxistina têkiliyên di navbera her du welatan de pêşwazî kir.

Geşedanên siyasî yên li Iraq û herêmê bi giştî mijarek din a hevdîtinê bû.

Top