Li Hewlêrê welatiyek canê xwe ji dest da
Peyvdarê birêveberatiya hêzên hawarhatin yên li Hewlêrê Serkewt Kareş ragihand ku îro danê sibê agir bi enbareke suteemenî ya li ser rêya Hewlêr û Mexmûrê ketiye.
Kareş eşkere kir ku di encama bûyera han de welatiyek canê xwe ji dest daye û du welatiyên din jî birîndar bûne.
Herwiha hate zanîn ku zirarên mezin yên madî bi enbarê ketiye.
