Mamostayekî Zanîngehê: Serokomartî di dest YNKê de nebe, dikare bi wê peywirê xizmet ji Kurdan re bê kirin
Mamostayekî zanîngehê li Soranê dibêje ku peywira serokomarê Iraqê ji ber ku ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye, tenê ji bo berjewendiyên darayî yên berpirsên payebilindên YNKê hatiye bikaranîn û xizmeta Kurdan û Kurdistanê nekiriye.
Mamosteyê Zanîngeha Soranê Ferheng Nûrî Dolamarî ji BasNewsê re ragehand: "Vê carê mafê gelê Kurd e ku peywira serokomarê Iraqê bide kesayetiyekî bihêz ê Kurd ku bi rastî nûnertiya gelê Kurd dike û ji bo mafên wan têbikoşe. Heta naha ew peywir dest YNKê de bûye û ew bixwe jî nizanin çima werdigrin, tenê ji bo berjewendiyên darayî bo berpirsên payebilindên YNKê ew peywir tê bikaranîn û ne dikare nûnertiya rastîn a gelê Kurdistanê û temamê pêkhateyên Iraqê bike, ne parêzvaniyê li destûrê dike, heta berê car caran wirde wê de serokomarê YNKê daxuyanî belav dikirin, vê carê dest ji wê jî berdane. Derveyî wê jî ew kesên ku YNKê kirine serokomar, piranî caran mijûlê berjewendiyên xwe ne, yan jî dirazên û eger bixwazin helwêst nîşan bidin jî ji aliyê partiya xwe ve rê ji wan re nayê dayîn.’’
Herwaha got: "Li şûna ku ji bo berjewendiya gelê Kurd û kûrkirina têkiliyên di navbera Kurdan û pêkhateyên Iraqî de were bikaranîn, bi awayekî hatiye bikaranîn ku ziyanê bigehîne peywendiyan. Belgeya herî baş bikaranîna peywirê ji bo berjewendiya hevalê Bafel, Reyan Kildanî bû û hewldana avakirina derz û belavbûna navbera Kurd û pêkhateya Kildane ku xwedî peywendiyekî dîrokî ya kevnar in."
Navborî got: "Êdî dema wê hatiye ew peywir dest YNKê de nebe, gelê Kurdistanê zêdetirî milyonek û 100 hezar deng dane PDKê, gelek zêdetir û du car qasê YNKê xelkê deng daya PDKê. Wê demê maf ew e vê carê peywira Serokomarê Iraqê ji PDKê re bê dayîn ku ew peywir di berjewendiya Kurd û gelê Kurdistanê de bê bikaranîn.’’
Basnews
