• Monday, 09 February 2026
logo

Li Helebê navendeke din ya leşkerî ya Îranê hate teqandin

Li Helebê navendeke din ya leşkerî ya Îranê hate teqandin
hîn jî nediyare êrîş ji aliyê kî ve hatiye kirin
Îro danê sibê li bajarê Helebê teqîneke mezin çê bû.

Piştî teqînê hate eşkere kirin ku teqîn di encama êrîşeke asmanî de bo ser navendeke leşkerî û cebelxaneya çekdarên Îranî pêk hatiye.

Jêderên çapemeniyê behsa vê yekê dikin ku ev êrîş ji aliyê balefirên nenas ve bo ser navenda leşkerî û cebelxaneyeke mezin ya çekdarên Îranî li Helebê pêk hatiye û di encama êrîşê de teqîneke gelek mezin çê bûye.

Weke tê zanîn ku Îsraîl hertim êrîşî ser çekdarên Îranî û cebelxaneyên çekdarên Îranî li Sûriyeyê dike lewre tê gotin ku mimkune êrîşa îro jî ji aliyê Îsraîlê ve hatibe kirin.

K24
Top