PSK: Yêkrêzî û berjewendiya gel li ser hemû tiştî ye
Daxuyaniya PSKê wiha ye:
Deng û bahsên, ku ji Rojavayê Kurdistanê tên, bê guman dilê hemû kurdên dilsoj xweş dike.
Bi navbeyinkariya Herêma Kurdistanê, Dewleta Amerîkayê Yekbûyî û Fransa, ENKS û PYDê dest bi guftugoya pêkanina yêkitî û hevkariyê kirine û gihiştine hinek encaman jî.
Dilê me jî wekî dilê hemu kurdên dilsoz bi vê yêkê ra xweş e.
Ji ber ku her hewlek, her gavek jbona ava kirina yêkitiya hêzên kurd were avêtinê, di berjewendiya gelê kurd da ye û xizmeta doza kurd dike.
Rewş li Sûriyê diguhure. Şerê vekaletê hêdî hêdî sar dibe, giftugo, diyalog û hewlên çareseriya siyasî ber bi pêş diçin.
Duweroja Sûriyê, destur û destnişan sîstema wê welatê ketiye rojeva navçe û navneteweyî.
Ji bona, ku kurd di mêzê giftugoyê da bi xurtî ciyê xwe bigre, bona ku kurd bi hêztir beşdarê proseya amade kirina destur û destnişan kirina sistema îdariya Sûriyê be, divê yekhalwest be û yêkitî û hevkariya xwe pêk bine.
Ji bona vê yêkê em carekî dinê banga ENKS û PYDê dikin, ku berjewendiya gel û welatê li pêş hemû tiştan bigrin û nehêlin pêvajoya giftugoya hanê, bi destê xêrnexwazên kurd ve têkbiçe.
Em banga PYD û ENKS dikin ku, rê li ber aliyên din yên Rojavayê Kurdistanê xweş bikin, daku ew jî beşdarê giftugoya hanê bibin û bibine beşek ji hevkarî û yêkitiyê.
Yêkitî û hevkariya berfireh a hêzên welatparêzên Rojavayê Kurdistanê, ne tenê zaminê serketina tevgerê welatparêziyê ye, her usa dilê hemû niştimanperwerên kurd xweştir dike.
Em carekî dinê daxwaz ji hemu hêzên welatparêzên Rojavayê Kurdistanê dikin, ku destê xwe bidine hevdu daku hemu hêzên dagirker ji Rojavayê Kurdistanê derkevin û dilê dostên me jî şad bin.
Herweha em daxwaz ji hemu hêzên welatparêzên Kurdistanê dikin, ku bona ava kirina yêkrêziya hêzên Rojavayê Kurdistanê, rola xwe yê erînî bigerin û alikariya wan bikin.
Basnews
