Mesrûr Barzanî: PDK bi paşxistina kabîneya dehemîn razî nebû
Îro di civîneke çapemeniyê ya li Foruma Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn MEPS de li Duhokê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî balkêşa ser çend pirsekî giring û ji wan jî pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa aştiyê li navçeyê û beşdariya aliyên Kurdistanî yên vê Forumê de hin daxuyaniyên giring dan.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand: "PDK ne alîgirê paşxistina avakirina kabîneya dehemîn bûye. Berpirsiyariya paşxistinê divê ji aliyê aliyên din ve were hilgirtin." Ev daxuyanî nîşanek eşkere ya nerazîbûna PDKê ye, li dijî derengketina pêvajoya avakirina hikûmetê û tekez dike ku PDK her tim xwestiye hikûmetek bilez ava bike.
Derbarê rewşa aştiyê li Rojhilata Navîn de jî Mesrûr Barzanî hêvî û daxwazên xwe aşkera kirin û got: "Em hêvî dikin ku li Rojhilata Navîn aştiyek berfireh pêk were." Ev peyam di demekê de tê ku herêm di serdemek alozî û bêîstîqrariyê re derbas dibe, û bangek bû ji bo kêmkirina rageşiyê û lêgerîna çareseriyek aştiyane.
Serokwezîr her wiha kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna partiyên Kurd di konferansa MEPS de anî ziman, bi taybetî behsa beşdarbûna herdu "ENKS û PYDê" kir û got: "Hebûna ENKS û PYDê di MEPS de cîhê kêfxweşiyê ye. Ev nîşana baldariya Herêma Kurdistanê ye ji bo yekîtîya nav mala Kurdan û nîqaşkirina pirsgirêkên hevpar li ser platformek navneteweyî ye.
Konferansa çapemeniyê ya Mesrûr Barzanî peyamek girîng li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo aramiya navxweyî û herêmî dihewîne, di heman demê de rola herêmê wekî navendek girîng ji bo diyalog û çareserkirina pirsgirêkan ji nû ve piştrast kir.
Basnews
