Wezareta Tendirustiyê: 5 kesên din bi Koronayê ketine
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, di encama pişkinînan de li bajarê Silêmaniyê 5 nexweşên din ên vîrusa Koronaya nû COVID-19 hatine destnîşankirin ku ciwanekî 17 salî, 3 jinên temen 19, 21, 43 û zarokekî 6 salî ye û hatiye diyarkirin ku ew malbata wî pêketiyê Koronayê yê dûhê ne.
Ligor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê bi hejmara dawî ya 5 pêketiyên Koronayê, heta niha li Herêma Kurdistanê 397 kes bi Koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 377 kes baş bûne û 5 kes jî mirine.
Basnews
