• Sunday, 10 May 2026
logo

Zana Mela Xalid: PDK wek partî li ser asta Iraqê partiya yekem e

Gulan Media November 18, 2025 Nûçe
Zana Mela Xalid: PDK wek partî li ser asta Iraqê partiya yekem e

Serokê şaxê duyem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) dibêje ku PDK wek partî li ser asta Iraqê partiya yekem e û ji ber ku tenê yek lîsteya wê hebûye û 27 kursî bidest aniye. Lê lîsteya Mihemed Şiya Sûdanî hevpeymaniyek bû ku zêdetirî 10 partiyan pêkhatiye.

Serokê şaxê duyem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Zana Mela Xalid, di daxuyaniyek nivîskî de ku wêneyek ji (Basnews) re şandiye, got: "Di hin dezgehên medyayê de, hevpeymaniya Sûdanî di rêza yekem de tê nîşandan ku qaşo piraniya dengên Iraqê bidest aniye û piştî wê jî PDK tê nîşandan û ew yek xelete. Ji ber ku PDK wek lîst û wek partî yekeme li ser asta Iraqê, lîsteya Sûdanî hevpeymanî bû ku zêdetir ji 10 partiyan pêkhatibû.

Herwaha got: "Ew rêjeya dengên PDKê li Encûmena Nûnerên Iraqê îspat kirina wê rastiyê bû ku PDK partiya yekem û girseyî ya ser asta Iraqê ye û ew hejmara dengan a PDKê bidest xistiye nayê înkar kirin, PDK naha xwedî hejmarekî bihêze li Iraq û navçeyê jî û PDK partiya milyonî ye.’’

Herwaha eşkere kir ku hin medyayan bi "qesdî" hevpeymaniya Sûdanî wekî xwediyê piraniya dengan destnîşan kirin, di heman demê de hevpeymanî ji 10 partî û koman pêk tê û wan wekî hevpeymaniyek deng bi dest xistine, "lê PDK wekî partiyek bêyî rêkeftinek bi partiyên din re ew hejmara dengan bidest aniye."

Navborî got: "PDK bi bernameyek baş, kampanyayek dijwar û gotarek bihêz kariye bala gelê Kurd bikişîne ser xwe. PDK wek emanet nêzîkî dengên gel dibe û tişta di berjewendiya gelê Kurdistanê de be, ew ê li Bexdayê were kirin û kabîneya nû bêyî PDK nayê avakirin."

 

Basnews

Top