• Monday, 02 February 2026
logo

Berpirsekî Hizbulaha Lubnanê di êrîşeke esmanî ya artêşa Îsraîlê de hat kuştin

Gulan Media November 17, 2025 Nûçe
Berpirsekî Hizbulaha Lubnanê di êrîşeke esmanî ya artêşa Îsraîlê de hat kuştin

 Li gorî çavkaniyên ewlehiyê û berpirsên Lubnanê, berpirsekê Hizbulaha Lubnanî duh 16.11.2025ê êvarê di êrîşeka asmanî ya Îsraîlê de hat kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê ragihand ku, droneka Îsraîlî ew êrîş kiriye û otomobila wî berpirsê Hizbulahê li Mensûrê li başûrê Lubnanê kiriye armanc û agir berbûye wê otomobilğ.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di beyannameyekê de piştrast kir ku di wê êrîşê de sivîlek hatiye kuştin. Herwaha Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ragihand ku, ew kesê hatiye kuştin birêvebirê dibistana giştî ya wî bajarî bû.

Çavkaniyekê ji Îstixbarata Artêşa Lubnanê ji Ajansa Şînhwayê re ragihand ku, ew qurbanî, ji bilî ku birêvebirê dibistanê bû, di eynî demê de berpirsekê Hizbulahê jî bû.

Alozî li ser sînorê başûrê Lubnanê berdewam in. Tevî hebûna agirbestekê di navbera Hizbulah û Îsraîlê de, ku ji roja 27ê Mijdara 2024ê ve kar pê tê kirin, artêşa Îsraîlê car car ji bo "nehêlana gefan" li başûrê Lubnanê êrîşên asmanî li dijî endamên Hizbulahê pêk tîne.

 

Basnews

Top