Serokê Hikûmetê teqezî li ser pêşxistina veberhênana şîrketên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê dike
Îro 16.11.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeyekî encûmena bazirganiya Amerîka – Kurdistan (USKBC)ê kir.
Di destpêka civînê de, Serokê Encumena Iraqê David Tafuri serkeftin û encamên hilbijartinên parlementoya Iraqê li Serokê Hikûmetê pîroz kir û derbarê armanca serdana wan û pêkhateya şandeya Herêma Kurdistanê jê re agahdariyekî kurt kir.
Serokê Hikûmetê bal kişand ser pêşketinên dawî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî. Herwiha li ser reformên kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sektorên cûda de, bi taybetî bal kêşand ser enerjî û gaza xwezayî. Herwaha behsa girîngiya pêşvebirina veberhênana şîrketên Amerîkî li Herêma Kurdistanê tekez kir.
Basnews
