• Tuesday, 03 February 2026
logo

Berbijêrê serketî yê Kurdên Feylî spasiya Serok Barzanî dike

Gulan Media November 15, 2025 Nûçe
Berbijêrê serketî yê Kurdên Feylî spasiya Serok Barzanî dike

Berbijêrê Kurd ê Feylî ku di hilbijartinê de bi ser ket spasiya Serok Barzanî kir ji bo piştgiriya wan da ku daxwazên hilbijêrên xwe û hemî komên hatine piştguhkirin bibin meclîsê.

Heyder Elî (Ebû Tara), Berbijêrê Feylî ku li gorî encamên destpêkê bi zêdetirî 17,000 dengan kursiya parlementoyê bi dest xist, spasiya xwe ji Serok Barzanî re anî ziman ji bo ku deng da wî.

Herwaha ragehand: "Ez ê rênimayên Serok Barzanî bişopînim da ku ji Faw heta Zaxo xizmeta gelê Iraqê li hemî pêkhateyên wê bikim.’’

Ebû Tara diyar kir: "Ajendeya min ji bo qonaxa bê ew e ku ez ji bo yekkirina deng û rêzên civaka Feylî, ku di demên berê de gelek êş kişandin û nekarîn mafên xwe yên rewa bi dest bixin, bixebitim û ji bo aktîvkirina qanûndanîn û çavdêriyê di parlementoya bê de bixebitim.

Ji aliyê xwe ve berbijêrê Feylî Elî Şamîl ku 4 hezar deng bi dest xist, ji Şefeq News re got, "Tevî pîrozbahiyên ku min ji gelek kesan wergirtine, serkeftina min hîn nehatiye piştrast kirin."

Herwaha got: "Feylî yên ku di nav blokên siyasî yên cûda de ji bo hilbijartinan berbijêr bûn kêfxweş bûn û bi ser ketin, ew ê di parlementoya bê de Iraqê baş temsîl bikin û dê ji bo xizmeta miletê xwe çêtirîn bikin."

Hin ji Berbijêrên Feylî yên li parêzgehan di dema pêvajoya Berbijêrkirinê de tevlî çend hevpeymaniyan bûn, di nav wan de Nazik Ehmed, Berbijêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê li parêzgeha Diyalayê, ku bi hevpeymaniya Azim re berbijêr bû û kursiyek di Meclisa Nûneran de bi dest xist.

Nazik Ehmed ji Şefeq News re got, "Ev serkeftin berpirsiyariyek mezin dixe ser milê min ji bo pêşkeşkirina xizmetguzariyê ji bo parêzgeha Diyalayê, ku ji dest xirabûna rewşa tenduristiyê û xizmetguzariyên din dinalîne.

Herwaha diyar kir: "Gelek kar li parlamentoyê pêşiya me ye. Li gor berpirsyartiya me tenê di pêşkeşkirina xizmetguzariyên ji bo parêzgeha Diyale yan gelê Kurd tenê dê sînordar nebe. Emê ji wê gelek mezintir hewl bidin û bi hemû şiyana xwe ve ji bo xizmetkirina ji Iraqê û hemû Iraqiyan re bi awayekî ku daxwazên raya giştî ya Iraqê hemû werin cîh emê hewl bidin.’’

 

Basnews

Top