• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serok Barzanî, pîrozbahî li xelkê Silêmaniyê kir

Gulan Media November 15, 2025 Nûçe
Serok Barzanî, pîrozbahî li xelkê Silêmaniyê kir

Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 241emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê, bi peyamekê pîrozbahî li xelkê bajêr kir û Silêmanî weke "beşeke ezîz a Kurdistanê" û "bajarê helmet û qurbaniyê" binav kir.

Serok Barzanî îro 14ê Mijdarê di peyamekê de got: "Di 241emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê de, ez pîrozbahiyeke germ pêşkêşî xelkê xweşdivî yê Silêmaniyê, bajarê Şêxê Nemir û bajarê helmet û qurbaniyê dikim."

Serok Barzanî di peyama xwe de rola dîrokî ya Silêmaniyê di têkoşîna gelê Kurd de bilind nirxand û ew weke bajarê şehîdên 9ê Hezîranê, bajarê rûbirûbûna qedexeya derketina derve ya sala 1963an, û bajarê serhildana li dijî zordar û rejîmên li pey hev binav kir.

Herwiha got: "Silêmanî, weke her bajar û devereke din a Kurdistanê, her tim cihê derketina wêjevan, helbestvan, kesayetî, têkoşer û şoreşgerên Kurd bûye û roleke mezin di tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de lîstiye."

Serok Barzanî amaje bi wê jî kir: "Di destpêka salên çilî yên sedsala bîstan de, bajarê Silêmaniyê bi hemû çîn û beşên xwe ve pêşwaziyeke germ li Barzaniyê Nemir û Barzaniyên sirgûnkirî kir. Ew rêz û pêşwazî ti carî nayê jibîrkirin."

Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî hêviya aramî û bextewariyê ji bo xelkê xweşdivî yê Silêmaniyê xwest û got ku ew hêjayî her cure pêşketin û pêşengiyê ne.

 

Basnews

Top