• Monday, 09 February 2026
logo

Fermandarekî Pêşmerge: Rewşa navçeyên sînorê madeya 140 metirsîdar e

Fermandarekî Pêşmerge: Rewşa navçeyên sînorê madeya 140 metirsîdar e
Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya rojavayê Kerkûkê ragehand, rewşa navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê metirsîdare.

Fermandarê eniya rojavayê Kerkûkê Nûrî Heme Elî ji basnewsê re ragehand, li navçeyên Kurdistanê xelk hatiye piştguh kirin û valatiya ewlehiyê heye. Herwaha jiyana xelkê xirabe û nemana hêzên hevpeyman û Pêşmerge jî li gel yek sedemin ku tevgera DAIŞê û tundrê zêde bibin.

Herwaha got, berpirsyartiya rewşa ewlehiyê ya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê, heta dema Pêşmerge vedigere bo wan navçeyan di stûyê hikûmeta Iraqê ya federal de ye. Û got: ‘’Metirsiyên cîdî li wan navçeyan heye.’’

Fermandarê Pêşmerge behsa wê yekê jî kir ku vê dawiyê guftûgoyên hêzên Iraqê û Pêşmerge derbarê wan navçeyan de rawestane û ew li benda bi temamî dest bi karbûna hikûmeta nû ya Iraqê dikin û ragehand: ‘’Divê kabîneya Kazimî bi cîdiyet hewl bide pirsgirêkan çareser bike û rewşa wan navçeyan baştir bike.’’

Basnews
Top